Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Peace Now: Îsraîl Qudsê ber bi Şerîeya Rojava ve berfireh dike!

Saziya rêxistina civakî ya aligirê aştiyê Peace Now (Niha Aştî) ku navenda wê li Îsraîlê ye, li dijî plana hikûmetê ya avakirina jîngehek nû ya li ser sînorê Qudsê nerazîbûn nîşan da û got, ev yek tê wateya berfirehkirina bajêr a ber bi Şerîeya Rojava ve.

Wezareta Înşaet û Bicihbûnê ya Îsraîlê, di 3’ê Sibatê de projeyeke têkildarî berfirehkirina jingeha Geva Binyamin (Adam) a li Şerîeya Rojava ya ber bi rojava ve û avakirina taxeke nû ya li ser sînorê Qudsa Rojhilat a ji 2 hezar û 780 xaniyan pêk tê, ragihand. Wezaretê diyar kir ku plan razemeniyên binesaziyê yên berfireh jî di nava xwe de dihewîne.

Direktorê Peace Nowê Lior Amihai diyar kir ku taxa berbehs wê bi rasterast bi Qudsê ve werin girêdan lê belê wê bi temamî di nava xakên Şerîeya Rojava de cih bigire û anî ziman ku ev yek tê wateya berfirehkirina Qudsê.

Li gorî rêxistinê, taxa nû wê weke erdnigarî ji jîngeha Adamê were veqetandin û ji ber dîwarê ku di salên 2000’an de ji aliyê Îsraîlê ve hatiye danîn wê di navbera herd u jîngehan de têkiliya xakê nemîne. Rêxistinê destnîşan kir ku ev yek ji sala 1967’an ve ye wê cara ewil were kirin.

Proje, di dema rexnekirina qada navneteweyî ya pêngavên Îsraîlê yên têkildarî zêdekirina kontrola li ser Şerîaya Rojava de hate rojevê. Li gorî Neteweyên Yekbûyî û gelek welatên din, bicihbûna Îsraîlê ya li Şerîeya Rojava li dijî hiqûqa navneteweyî ye.

Qudsa Rojhilat ne di nav de li Şerîeya Rojava a niha zêdetirî 500 hezar Îsraîlî û nêzîkî 3 milyon Filistînî bi hev re dijîn.